Li Klotenê pîrozbahiya Şoreşa Rojava
Di pîrozbahiya li bajarê Kloten ê Swîsreyê de nûnerên ji çar parçeyên Kurdistanê îşaret bi girîngiya Şoreşa Rojava kirin û banga yekîtiyê kirin.
Di pîrozbahiya li bajarê Kloten ê Swîsreyê de nûnerên ji çar parçeyên Kurdistanê îşaret bi girîngiya Şoreşa Rojava kirin û banga yekîtiyê kirin.
13’emîn salvgera Şoreşa Rojava a 19’ê Tîrmehê li bajarê Kloten ê Swîsreyê hat pîrozkirin. Pîrozbahî bi pêşengiya Tev-Çand a Swîsreyê û Komaleya Rojava li qada Dorfnesrwegê hat lidarxistin û gelek nûnerên ji çar parçeyên Kurdistanê tevlî bûn.
Di çalakiyê de nûnerên saziyên cuda ên weke Hevserokên Konseya Kurd a Demokratîk a Swîsreyê, endamên berê yê Partiya Demokratîk a Kurdistan a Îranê, rêveberên Partiya Yekîtiya Sûriyeyê û Komîteya Swîsreyê ya PJAK’ê axivîn. Axaftvanan îşaret bi girîngiya xwedîderketina li Şoreşa Rojava û pêkanîna yekîtiya neteweyî kirin.
Çalakî bi deqîqeyekî rêzgirtinê destpê kir. Hunermend Kawa Urmiye diyar kir ku qehremanên ku li Rojava canê xwe feda kirin, bingeha şoreşê avêtin.
Zanyarê Olî Şêx Murşîd Maşuk Xeznewî jî got ku Şoreşa Rojava diyarî malbatên şehîdan hatiye kirin û bilêv kir ku ne yekbûna Kurdan di dîrokê de rê li ber windahiyan vekiriye.
Xeznewî bi berdewamî wiha got: “Ne yekbûna Kurdan gelek tişt bi me dan windakirin. Dema ku rejîm dihat hilweşandin, çavê me her partiyên Kurd digeriya. Heta hinek digotin, “Yekîtiya Kurd li Sûriyeyê zirarê bide Kurdan.” Lê ji ber ku ev yekîtî nebû, em timî li Sûriyeyê ji komkujiyan hatin derbaskirin. Çima serhildanên Kurdan her tim bi xwînê hate tepisandin? Tu kes ji me re rastiyan bi eşkere venegot. Lê Kurd hem di şer û hem jî berxwedanê de xurt in. Lê serhildanên wan hatin tepisandin. Sedema bingehîn a vê yekê xiyanet û kêmaniya yekîtiyê ye.”
Me îro bi konferansa li Rojava re bingeha ewil a vê yekîtiyê avêt. Me bi saya hêza xwe ya leşkerî, YPJ, YPG û QSD’ê gelê xwe yê li Rojava ji komkujiyan parast. Eger îro hêza me ya leşkerî neba û me konferansa yekîtiyê pêk neanîba, me jî para xwe ji komkujiykên ku li Sûriyeyê li dijî Elewî û Durziyan hatin kirin, girtiba. Ji xwe hikûmeta demkî ya li Sûriyeyê di her firsendê de gef li Kurdan dixwe. Lê ji ber ku hêza wan a êrîşkirina me tune ye, dengê xwe dernaxin.”
Xeznewî bal kişand ser berpirsariya Kurdên li Ewropayê ji bo piştgirîkirin û parastina Rojavayê û destnîşan kir ku bi saya hêza leşkerî gel ji komkujiyan hatiye parastin.
Endamê berê yê Partiya Demokratîk a Kurdistanê ya Îranê Mele Ezîz jî anî ziman ku yekîtiya neteweyî yekane rêya parastina destkeftiyan e.
Nûnerê PJAK’ê Hekîm Hutîtî jî bal kişand ser Kurdên ku li girtîgehên Îranê di bin gefa darvekirinê de ne û banga xwedîderketina li Rojava kir.
Piştî axaftinan bername bi stranên hunermendê TEV- ÇAND’ê Kawa Urmiye û Hejal Alanê dewam kir û bi gerandina govendê bi dawî bû.