Li Kîelê Seyîd Riza û qurbaniyên komkujiya Dersimê hatin bibîranîn

Li bajarê Kîelê ya Elmanyayê, di çalakiyeke ku li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk hat lidarxistin de, qurbaniyên Komkujiya Dersimê û Seyîd Riza hat bîranîn.

Çalakî bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna kesên di komkujiya Dersimê ya di navbera salên 1937-38’an de hatin qetilkirin û di Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de şehîd bûne destpê kir û sînevîzyona ku li ser mijarê hatibû amadekirin hate pêşandan. Di destpêka çalakiyê de li gorî baweriya Elewiyan ji bo bîranîna şehîdan çira hat şewitandin.

Hevserokê FEDA'yê Demîr Çelîk ê ku beşdarî çalakiyê bû, diyar kir ku qetlîamên li Kurdistanê xwedî dîrokeke dûr û dirêj in û ev komkujî li tevahiya serdemên Selçûkî, Osmanî û Cumhuriyetê belav bûne. Çelîk, diyar kir ku piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn Tirkiye planên pir xapînok xistiye qanûnê û li Lozanê jî Kurd û Elewî weke kêmnetewe nehatin qebûlkirin û got ku heta komkujiyên di vê serdemê de li Kurdistanê ji aliyê dewletê pêk hatine bên qebûlkirin wê têkoşîna wan bidome.

Piştre Çelîk pirsên kesên beşdarî çalakiyê bûn bersivand.

Piştî pirs û bersivan loqme hatin belavkirin û lawje hatin gotin.