Li Kîelê pirtûkên Abdullah Ocalan hatin belavkirin

Li bajarê Kîel ê Elmanyayê pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin belavkirin.

Di çalakiya ku li navenda bajarê Kîelê hat lidarxistin de pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin belavkirin.

Di çarçoveya çalakiya ku ji aliyê Defend Kurdistanê ve hat organîzekirin de li navenda bajêr stand hat vekirin. Di çalakiyê de pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêşkêşî gel hatin kirin û derbarê tecrîd û pirsgirêka Kurd de agahî hatin dayîn.