Li Kielê pîrozbahiya sala 47’emîn: Ev çirûsk wê mezin bibe
Li bajarê Kiel ê Elmanyayê Cejna Berxwedana Neteweyî hat pîrozkirin. Îhsan Mûş di pîrozbahiyê de wiha got, “Ev çirûska ku Rêbertî û hevrêyên wî dan destpêkirin, wê bi mezinbûnê dewam bike.”
Li bajarê Kiel ê Elmanyayê Cejna Berxwedana Neteweyî hat pîrozkirin. Îhsan Mûş di pîrozbahiyê de wiha got, “Ev çirûska ku Rêbertî û hevrêyên wî dan destpêkirin, wê bi mezinbûnê dewam bike.”
Li bajarê Kiel ê Elmanyayê bi wesîleya 47’emîn salvegera Cejna Berxwedana Neteweyî pîrozbahî hate lidarxistin. Pîrozbahî di saet 14:00’an de, bi deqîqeyek rêzgirtinê ji bo Şehîdên Azadiya Kurdistanê destpê kir. Cihê pîrozbahiyê bi posterên û wêneyên şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê hate xemilandin.
Di pîrozbahiyê de li ser navê Meclîsa Gel a Kurd a Kielê Îhsan Mûş axivî. Mûş bal kişand ser girîngiya dîrokî ya têkoşînê û wiha got, “Ev çirûska ku Rêbertî û hevrêyên wî dan destpêkirin, wê bi mezinbûnê dewam bike. Em jî ji bo ku bibin parçeyek ji vê têkoşînê, bi gelê xwe re bibin yek û bi perspektîfa nû ya Rêbertiya me re xwedî li doza xwe derkevin. Divê hemû Kurd xwedî li pêvajoya nû derkevin.”
Piştî axaftinan, koroya zarokan derker ser dîkê û bi berhemên xwe reng dan pîrozbahiyê. Pîrozbahî bi tilîlî û gerandina govendê heta saetên dereng bi coş dewam kir.