Li Kîelê bi pêşengiya Komîteya Piştgiriya Kurdistanê ya Kîelê, Defend Kurdistan Kîel, Rosa-Luxemburg-Stiftung Schleswig-Holstein û Kulturwochenê panelek hat lidarxistin. Di panela ku gelek kes beşdar bûn de Dr. Michael Wilk bal kişand ser encamên şerê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hewldanên dewleta Tirk a dagirker a ji bo guhertina pêkhateya demografik.
Wilk anî ziman ku ên ji ber dagirkeriya Tirk ku ji Efrîn û Şehbayê koç dikin di şert û mercên gelek dijwar de dijîn û pêdiviya wan bi piştgiriyê heye. Wilk diyar kir ku di avakirina nexweşxaneyeke li Rojavayê de cih digire.
Wilk da zanîn ku li Rojava Kurd, Suryanî, Ereb, Ermenî û gelên din bi hev re dijîn û got, dewletên Ewropayê alîkariyên mirovî nadin vê herêmê. Wilk destnîşan kir ku welatên Rojavayî li hember kiryarên dewleta Tirk bêdeng dimînin û ev sekna li hember vê yekê nayê fahmkirin.
Wilk bal kişand bi ser bombebarankirina nexweşxaneyeke li Şengalê. Wilk diyar kir ku ji 5’ê Cotmehê û vir ve erîşên Tirkiyeyê yên li ser Rojava zêdetir bûye û wêneyên ku van komkujiyan aşkere dike bi beşdarvanan re parve kir.
Dr. Wilk ji sala 2014’an û gelek caran serdana Rojava kiriye û li vê herêmê tevî Heyva Sor dixebite.