Li Kîelê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd çalakî

Li bajarê Kîelê yê Elmanyayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî hate li darxistin.

Li bajarê Kîelê yê Elmanyayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî hate li darxistin. Di çalakiyê de al û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin rakirin. Di çalakiyê de rêzgirtin ji bo şehîdan hate girtin û piştre girseyê dest bi meşê kirin.

Piştî meşê ji bo raya giştî daxuyanî hate dayîn û çalakgeran bal kişand li ser tecrîd girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

Çalakî bi dirûşmeyên “Bê Serok jiyan nabe“ bi dawî bû.