Li Katalonyayê perwerdeya li ser paradîgmaya tevgera Kurd

Li gundekî nêzî bajarê Barcelona yê Katalonyayê ji bo ciwanên Katalan perwerdeya li ser paradîgmaya tevgera Kurd destpê kir.

Li gundekî nêzî bajarê Barcelona yê Katalonyayê îro perwerdeya li ser paradîgmaya Kurd ji bo ciwanên Katalan destpê kir. Perwerdeya ku nêzî 20 ciwan tevlî dibe wê heta 4’ê Nîsanê bidome.

Endama Navenda Jineolojî Nora Merino di destpêka perwerdeyê de gelê Kurd û Kurdistanê da naskirin û bingehên îdeolojîk ya dîroka tevgera Kurd û paradîgmaya modernîteya demokratîk pêşkeş kir.

Perwerde wê di rojên pêş de bi mijarên şerê taybet û jineolojiyê berdewam bike.