Li Kasselê qûrbaniyên Qirkirina Ermeniyan hatin bibîranîn

Li bajarê Kassel ê Elmanyayê qûrbaniyên 1915’an a Qirkirina Ermendiyan hatin bibîranîn.

Kurdistanî û Ermeniyên li bajarê Kasselê dijîn, bi meşekê qûrbaniyên Qirkirina Ermeniyan bibîr anîn.

Meşa ku ji pêşiya Postaneya Berê ya Kassel destpê kir pankartên têkildarî Qirkirina Ermeniyan hatin hildan. Di meşa posterê Hrant Dînk jî hate hildan de dirûşmên ‘Êşkence û qetlîam xeta Tirkiyeyê ye’ û ‘Ti qetlîam nayên jibîrkirin’ hatin qîrkirin.

Piştî meşa heta  Frîedrîchplatzê dom kir, mîtîngek hate kirin.