Li Kassel û Toûloûseyê meşên edaletê

Li bajarê Kassel ê Elmanyayê û bajarê Toûloûse yê Fransayê, Komkujiyên Parîsê hatin şermezarkirin û şehîd hatin bîranîn.

Şehîdên Komkujiyên Parîsê ya 1’emîn û 2’emîn, li bajarê Kassel ê Elmanyayê û bajarê Toûloûse yê Fransayê bi meşê hatin bîranîn.

KASSEL

Bi sedan Kurdistanî û aktîvîstên enternasyonalîst li bajarê Kassel ê Elmanyayê di saet 17.30’an de li Haûptbahnhofê hatin ba hev û ji bo bîranîna Şehîdên Parîsê deqeyek rêz girtin. Piştre bi berzkirina dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Jin jiyan azadî” meşiyan.

Girse destpêkê meşiya ber avahiya şaredariyê û piştre çûn Opernplatzê û li vir mîtîng li dar xistin. Di mîtîngê de hat xwestin ku biryara nepeniyê ya derbarê dosyaya doza Komkujiya Parîsê, bê rakirin.

Çalakî rastî eleqeyek zêde hat û nêzê du saetan dom kir.

TOÛLOÛSE

Li bajarê Toûloûse yê Başûrê Fransayê, gelê Kurdistanê û dostên wan, ji bo protestokirina Komkujiyên Parîsê meşa girseyî li dar xistin. Çalakiya protestoyî bi awayê mîtîngê, bi rêzgirtinê despê kir. Belavoka têkildarî Komkujiyên 9’ê Çileyê û 23’ê Kanûnê hatin belavkirin.

Piştî ku enternasyonalîstên Fransî axivîn, bi awayê kortejê dest bi meşê hat kirin. Meş bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.