Li Hîldesheîmê bîranîna şehîdan
Şehîdên Komkujiya Parîsê, li bajarê Hîldesheîm ê Elmanyayê hatin bibîranîn.
Şehîdên Komkujiya Parîsê, li bajarê Hîldesheîm ê Elmanyayê hatin bibîranîn.
Ji bo 3 Kurdên li Parîsê hatin qetilkirin, li bajarê Hîldesheîm ê Elmanyayê merasîma bîranînê hate lidarxistin.
Çalakî bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Hîldesheîmê bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Di axaftinên li ser navê YJK, PYD û ADKM’ê de şehîdên Parîs, Roboskî, Mereş, Zap, Avaşîn û Metînayê hatin bibîranîn.
Li ser navê YJK’ê Hakîme Yousuf axivî û diyar kir ku ew li pey edaletê ne, ew ê ti carî dest ji vê dozê bernedin û wê berxwedanê mezin bikin.
Di çalakiyê de li sînevîzyona li ser jiyana aktivîstên Kurd ên hatin qetilkirin hate temaşekirin û dirûşmeya “Şehîd namirin” hate berzkirin.
Di dawiya bîranînê de kulîlk li quncika ku ji bo şehîdan hatibû amadekirin, hate danîn.