Li Helsînkiyê Cejna Berxwedana Neteweyî hate pîrozkirin
Li paytexta Fînlandiya Helsînkiyê bi wesîleya salvegera 27’ê Mijdarê Cejna Berxwedana Neteweyî şahî hate lidarxistin.
Li paytexta Fînlandiya Helsînkiyê bi wesîleya salvegera 27’ê Mijdarê Cejna Berxwedana Neteweyî şahî hate lidarxistin.
Duh li paytexta Fînlandiya Helsînkiyê bi wesîleya 27’ê Mijdarê salvegera damezrandina PKK’ê, Cejna Berxwedana Neteweyî hat pîrozkirin.
Şahî ji bo bîranîna cangoriyên Kurdistanê bi deqeyek rêzgirtinê despê kir. Piştre li ser girîngiya rojê axaftin hatin kirin.
Hunermendên muzîka Kurdî Kawa Ûrmiye, Ehmed Dilşêr û Ronî bi muzîk û stranên xwe tevlî şahiyê bûn.
Şahî heya derengê şevê bi govend û muzîkê dewam kir.