Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Mezinkirina lêgerîna yekîtiya demokratîk, berpirsiyariya me hemûyan e

Li Heilbronn’ê ji bo Selîm Sadak merasîma cenazeyê ya girseyî hate li dar xistin

Selîm Sadak ê ku jiyana xwe ji dest da, li Heilbronnê bi merasîmekê ber bi rêwîtiya xwe ya dawî ve hate oxir kirin.

Merasîma cenazeyê ya ji bo siyasetmedar Selim Sadak ê ku li Nexweşxaneya SLK Klinikum a bajarê Heilbronn ê Elmanyayê jiyana xwe ji dest dabû, bi organîzasyona Federasyona FED-GEL’ê hate li dar xistin. Malbata Sadak, xizmên wî, nûnerên sazî û rêxistinên Kurd û bi hezaran Kurdistanî yên ku ji bajarên cuda yên Ewropayê hatibûn, beşdarî merasîmê bûn.

Merasîm bi anîna cenaze ya salona merasîmê û bi nimêja cenaze ya ku bi sedan kes beşdar bûn, dest pê kir. Piştî nimêjê, bi deqeyek rêzgirtinê Sadak hate bibîranîn. Di dema merasîma ku li bajarê Ilsfeldê hate lidarxistin de, beşdaran ligel dirûşmeyên “Şehîd Namirin”, dirûşmeyên ku têkoşîna siyasî ya Sadak û daxwazên azadiyê yên gelê Kurd dianîn ziman, berz kirin.

Di merasîmê de endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyir Aydar û Hevserokê Kongra-Gel Remzî Kartal bi rêya telefonê axaftinek kirin. Di axaftinan de hate destnîşankirin ku Sadak di dirêjahiya jiyana xwe de ji têkoşîna aştî, demokrasî û azadiyê tawîz nedaye û hate diyarkirin ku di têkoşîna gelê Kurd de xwedî cihekî girîng e.

Her wiha Hevseroka KCDK-E’yê Zubeyde Zumrut, li ser navê Partiya DEM’ê Demir Çelik, li ser navê TJK-E’yê Zeynep Bafe, li ser navê NAV-YEK’ê Haci Çelîk û li ser navê KON-MED’ê Kerem Gok jî axivîn û bal kişandin ser nasnameya siyasî ya Sadak û peywendiya wî ya xurt a bi gel re.

Li ser navê malbatê birayê wî Mehmet Sadak û keça wî Cevahi Sadak axivîn; wan jiyana bi rûmet a Selîm Sadak û mîrasa têkoşînê ya ku li pey xwe hiştiye bi bîr xistin û diyar kirin ku ew ê rê û têkoşîna wî bidomînin. Di çarçoveya merasîmê de sînevîzyonek ku jiyan û têkoşîna siyasî ya Sadak vedibêje jî hate nîşandan.

Merasîma ku bi kêliyên bi hestiyar derbas bû, bi sersaxiyên beşdaran ên ji bo malbatê bi dawî bû. Cenazeyê Selîm Sadak, ji bo ku bê veşartin ber bi Kurdistanê ve hate oxir kirin.