Li Hannoverê şehîd Dilbirîn Amed hat bîranîn

Dilbirîn Amed (Hamdullah Toprak) ê ku li herêma Şedadê di encama qezayek de di 25’ê Cotmehê de şehîd bûbû, li bajarê Hannoverê hat bîranîn.

Dilbirîn Amed ê ku di sala 2018’an de beşdarî nava Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê bûbû, ji dema tevlîbûnê heta şehadeta xwe li gelek herêmên Kurdistanê têkoşiya. Di merasîma bîranîna şehîd Dilbirîn Amed de gelek Kurdistanî amade bûn.

Merasîma bîranînê ku bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir, bi axaftinên malbata şehîd Dilbirîn û xizmên wî dewam kir.

Malbatê lêgerîna azadiyê yê şehîd Dilbirîn Amed a berî tevlîbûna têkoşîna azadiyê bibîr xist û hat gotin xwedî derketina li şehîdan bi şopdariya rêya wan pêkan e.

Hevserokê KOMAW’ê Xoşnav Ata, jî di merasîmê de destnîşan kir ku, helwesta Têkoşîna Azadiya Kurdistanê ya li hemberî şehîdan, mezinkirina têkoşînê û ber bi serkeftinê ve pêngav avêtin e.

Ata, bal kişand ser berxwedana qehremanî yê Dilbirîn Amed û hevrêyên wî ya li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a faşîst û çeteyên wê. Ata, piştre jî destnîşan kir ku êrîşên dagirkeriyê bi komplo û tecrîdê ve girêdayî ye.

Ata, pêngava ku li ser bingeha azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd a siyasî hatiye destpêkirin jî bibîr xist û got, "Xwedî derketina li Rêber Apo û gerîla bi hilweşandina pergala êşkenceyê ya Îmraliyê re pêkan e.”

Di bîranînê de piştî wesîqeya şehîd radestî malbatê hate kirin, sînevîzyona ku li ser jiyan û têkoşîna şehîd Dilbirîn hatibû amade kirin, hat temaşekirin. Merasîma bîranînê bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.