Li Hannover û Berlînê meşa 10’ê Kanûnê

Li Hannover û Berlînê bi boneya 10’ê Kanûnê Roja Azadiya Abdullah Ocalan meş hate lidarxsitin.

Li Hannover û Berlînê bi boneya 10’ê Kanûnê Roja Azadiya Abdullah Ocalan meş hate lidarxsitin.

HANNOVER

Çalakgerên li Steintorplatzê hatin ba hev heta bazara Naol meşiyan. Çalakî di pêşengtiya Meclîsa Jinan a Ronahî ve hate lidarxistin. Piştî meşê axaftina hatin kirin û diyar kirin ku heta Rêber Abdullah Ocalan azad nebe em ê li qadan bin.

BERLÎN

Li Berlînê jî bi boneya Roja Azadiya Abdullah Ocalan mîtîn hate lidarxsitin. Kurdistanî û dostê xwe li Nollendorf platz hatin ba hev û belavokên bi zimanê Elmanî belav kirin. Her wiha dirûşmeyên “Freiheit Für Öcalan”, “Es lebe Öcalan”  berz kirin.

Di çalakiyê de Hevserokê Fed Kurdê Kerem Gok axivî û bal kişand li ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin. Gok anî ziman ku helwesta polîsên Elman ya li dijî wêneyên Rêberê Gelê Kurd xelete û ev helwest şermezar kir.

Ligel hemû zextên polîsan jî mîtîng bi coş û kelecan bi dawî bû.