Li Hambûrgê salvegera damezirandina PKK’ê hat pîrozkirin
Kurdistanî û dostên wan li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê bi çalakiyekê hatin ba hev û 45’emîn salvegera damezrandina PKK'ê pîroz kirin.
Kurdistanî û dostên wan li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê bi çalakiyekê hatin ba hev û 45’emîn salvegera damezrandina PKK'ê pîroz kirin.
Kurdistanî û dostên wan li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê bi çalakiyekê hatin ba hev û 45’emîn salvegera damezrandina PKK'ê pîroz kirin. Pîrozbahî bi deqeyek rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreşa Kurdistanê dest pê kir. Hevserokê KON-MED'ê Kerem Gok di pîrozbahiyê de axivî û diyar kir ku tevgera PKK'ê ji bo gelê Kurd ronesansekê temsîl dike û got ku bi hezaran zarokên wan ji bo azadiya gelê Kurd li gel têkoşîna azadiyê şehîd bûne.
Gok anî ziman ku paradîgmaya konfederalîzma demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo hemû gelan mizgîniya azadiyê ye û got, Kurd ji bo bidestxistina vê yekê amade ne her berdêlekê bidin ber çavên xwe.
Gok diyar kir ku yek ji gavên girîng ên têkoşîna azadiyê Ewropa ye û bang li her kesî kir ku xwedî li têkoşîn û saziyan derkevin.
Di şahiyê de Alî Jiyan, Serhado û Nûarîn derketin ser dikê. Beşdaran bi gerandina govendê damezrandina PKK'ê pîroz kirin û piştre li pêşandana folklorî ya Govenda Sîpan Amara temaşe kirin.
Şev bi dirûşmeyan bi dawî bû.