Li Hambûrgê cejna vejînê bi coş hat pêşwazîkirin
Di pîrozbahiya cejna vejînê de hate gotin, “Têkoşîna ku bi komek şoreşger destpêkir gihştiye milyonan. Berdêlê wê çi dibe bila bibe wê têkoşîna azadiyê bidome û gelê Kurd bi ser bikeve.”
Di pîrozbahiya cejna vejînê de hate gotin, “Têkoşîna ku bi komek şoreşger destpêkir gihştiye milyonan. Berdêlê wê çi dibe bila bibe wê têkoşîna azadiyê bidome û gelê Kurd bi ser bikeve.”
Li bajarê Hambûrg a Elmanyayê cejna vejînê bi coşeke mezin hat pîrozkirin.
Pîrozbahî li salona dawetê ya Phonîx a dikeve taxa Harbûrg a Hambûrgê hat lidarxistin. Merasîm bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdên şoreşa Kurdistanê ve destpêkir.
Li dora cihê merasîmê ku Salîh Farqîn û Adalet Şare pêşkêşvaniya wê dikirin, posterên di serî de yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mazlûm Dogan, Sakîne Cansiz, Mahsûm Korkmaz, Kemal Pîr û Mehmet Hayrî Dûrmûş, yên gelek kadroyên pêşeng hatin daliqandin.
Li wir siyasetmedarê Kurd Mervan Botan axivî û diyarkir ku di têkoşîna azadiya gelê Kurd de PKK kevirê bingehîn e. Botan da zanîn têkoşîna ku bi komeke şoreşger ve destpêkir gihiştiye milyonan û ragihand ku çi dibe bila bibe wê têkoşîna azadiyê bidome û gelê Kurd bi ser bikeve.
Piştî axaftinan Hunermend Xemgîn Bîrhat û Koma Siyabend derketin ser dikê. Di merasîmê de her wiha Deza Saî û Salîh Farqînî helbestên xwe xwendin.
Di pîrozbahiyê de her wiha têkildarê têkoşîna azadiya Kurd sînevîzyon hate nîşandan.
Pîrozbahî bi stranên dîlanê yên Koma Siyabend û gerandina govendê bi dawî bû.