Li Grazê Egîd Qoser û Şehîdên Parîsê hatin bîranîn

Egîd Qoser û Şehîdên Parîsê, li Grazê bi merasîmekê hatin bîranîn.

Li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a bajarê Graz ê Avûstûryayê (NCKD) di şexsê Egîd Qoser ê di berxwedana Zapê de şehîd bû, ji bo Emîne Kara (Evîn Goyî), Mîr Perwer (Mehmet Şirîn Aydin) û Abdûrrahman Kizil ên di Komkujiya Parîsê de şehîd bûn, merasîma bîranînê hat lidarxistin.

Bîranîn ji bo bîranîna şehîdên şoreşê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Li ser navê Rêveberiya Civaka Avûstûrya Xalîs S., Şimel H. û bavê şehîd Egîd Qoser, Selahaddîn H. axivîn.

Di axaftinan de hat gotin ku dewleta mîna berê 10 salan, rasterast êrîşê pêşengên gelê Kurd, bi taybet êrîşê Tevgera Jinên Kurd dike. Hat destnîşankirin ku dewleta Fransayê komkujiya 2013’an a Parîsê ronî nekir û di êrîşa 23’ê Kanûnê de civaka Kurd neparast, bi vî awayî dewleta Fransa bû hevkarê komkujiyê.

Selahaddîn H. jî got ku xeyalê kurê wî Egîd Qoser ew bû ku tevlî tevgerê bibe û çeka xizmê xwe yê di sala 1994’an de şehîd bû, hilde û li ser vî esasî di şerê Zapê de gav paşde ne avêt û şehîd bû.

Bîranîn bi berzkirina dirûşmeya “Şehîd namirin” bi dawî bû.