BI DÎMEN

Li Goteborgê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk hate nirxandin

Parlamenterê DEM Partiyê omer Ocalan li Goteborgê di civîna gel de axivî û anî ziman ku hêza polîtîk û rêxistinbûyî ya civakê wê zor û zehmetiyan ji holê rake.

Li bajarê Goteborg ê Swêdê bi beşdariya Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan civîna gel hate lidarxistin. Di civînê de ku tevlîbûneke xurt lê çêbû bi deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo şehîdên azadiyê destpê kir.

Di civînê de bûyerên dawî yên siyasî hatin nirxandin, hevdîtinên aştiyê yên navbera Abdullah Ocalan û dewleta Tirk hatin nîqaşkirin.

Omer Ocalan işaret bi hêza polîtîk û rêxistinî ya civakê kir û destnîşan kir ku ev hêz wê ji bo jiholêrakirina zehmetiyên heyî diyarker be.