Li Goteborgê agirê Newrozê bi girseyî hate dadan, ji bo PKK'ê îmze hatin komkirin

Agirê Newrozê li Swêdê li bajarê Goteborgê bi şahiyeke ku bi hezaran kes tevlî bûn, hate dadan. Di şahiya Newrozê de ji bo PKK ji lîsteya rêxistinên qedexekirî bê derxistin, gelek îmze hatin komkirin.

Pîrozbahiya Newrozê ya li Swêdê, bi pêşengiya partî û saziyên ji çar hêlên Kurdistanê li qada Brunnsparkenê pêk hat.

Ji çar aliyên Kurdistanê bi hezaran Kurdên li Swêdê li hev civiyan û agirê Newrozê dadan.

Li dû deqeyeke rêzgirtinê ya li ber sirûda Ey Reqîb, nûnerê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Swêdê (NCDK-Swêd) axivî û got, "Mixabin li her deveran Kurdistanê şer û bûyerên giran diqewimin. Tenê bi yekîtiya xwe em dikarin pêşî li vê êşê bigirin. Em hêvîdarin ku Newroz bi xwe re yekîtî, wekhevî û azadiyê ji bo tevahiya Kurdan bîne."

Di pîrozbahiyê de nûnerên rêxistinên Asûrî-Suryanî û Partiya Çep a Swêdê peyam dan.

Piştî axaftinê koma defê ya jinan li ber dengê defê agirê Newrozê dada.

Di şahiya Newrozê de ku bi dirûşma "Yekîtî, azadî û jiyana hevbeş" hate lidarxistin, Koma Jinan a Hejîn, Dahol û Zirne, Ferîborz Keremî, Awat Mistefa, Hemîd Resûlî û Jonatan Pinto derketin ser dikê û coşa Newrozê zêde kirin.

Di pîrozbahiyê de ji bo derxistina navê PKK'ê ji lîsteya 'rêxistinên terorê' gelek îmze hatin komkirin.

Newroz wê 26'ê Adarê li bajarê Malmo, 27'ê Adarê jî li Goteborgê ji aliyê NCDK-Swêd ve bê pîrozkirin.