Li Gavleborgê bîranîna şehîdan
Meclîsa Gel a Gavleborgê bi wesîleya 18'ê Gulanê Roja Şehîdan şehîdên Kurdistanê bi bîr anî.
Meclîsa Gel a Gavleborgê bi wesîleya 18'ê Gulanê Roja Şehîdan şehîdên Kurdistanê bi bîr anî.
Piştî deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna şehîdên şoreşê, Rêveberê Meclîsa Gel a Gavleborgê Cemal Rojhilat axivî. Rojhilat got, "Eger em îro li vê derê li dîasporayê dikarin li hev kom bibin ev yek bi saya şehîdan e. Di dîroka Kurdistanê de du xet li gel hev dimeşin: Xiyanet û Şehadet. Xiyanet mixabin ji ber ku xeteke gelekî xurt e li hemberî vê xetê şehadetên mezin pêk hatin û hîn jî pêk tên. Ya ku divê em bikin, mîna ku Serok Apo got, PKK partiyeke şehîdan e û divê em vê yekê fêhm bikin û li gorî wê tevbigerin."
Piştî Rojhilat Hevserokê Meclîsa Gel a Gavleborgê Mîrza Serêkaniyê axivî û qala bîranînên bi şehîdên ku nas dikir, kir.
Piştre jî qala bîranînên bi şehîd Lavîn, Şêrvan, Cazya û Şehîd Hasan kir.
Bîranîn bi dirûşman bi dawî bû.