BI DÎMEN

Li Freiburgê Konferansa ‘Kokên Hêviyê’ hat lidarxistin

Partiya Çep li bajarê Freiburg ê Elmanyayê konferansa ji bo du rojan li dar xist. Di konferansê de nêzîkatiya konfederalîzma demokratîk a Tevgera Kurd, rola piştevaniya navneteweyî û girîngiya rêxistinbûna herêmî di pêvajoya aştiyê de hat nîqaşkirin.

Li bajarê Freiburg ê Elmanyayê ji aliyê Partiya Çep (Die Linke) bi sernavê “Kokên Hêviyê- Bi hev re şêwedana edaleta gerdûnî û piştevaniya navneteweyî” konferansa ji bo du rojan hate lidarxistin. Organîzasyona konferansê ji aliyê namzeta parlamenteriya eyaletê ya Die Linke Sarah Schnitzlerê ve û moderatoriya vê jî ji aliyê parlamenterê Die Linke yê Freiburgê Vinzenz Glaser ve hate kirin.

Aktivîst Daniela Sepherî, nûnerê Medico International Karoline Schaefer û ji Tevgera Kurd Aytaç Bakir wekî axaftvan di konferansê de cih girtin.

Di konferansê de perspektîfên Rêber Apo ku li ser konfederalîzma demokratîk û komunalîzmê pêş xistiye, bi beşdaran re hate parvekirin. Di konferansê de bi taybet eleqeya zêde ya aktivîstên ciwan balê kişand û di tevahiya konferansê de nêrîna Tevgera Kurd ji bo enternasyonalîzmê û girêdanbûnên wê yên bi têkoşînên li seranserê cîhanê.

Li hemberî çekdarbûna ku di asta gerdûnî de zêde dibe û krîzên kûr dibe, hewldana aştiyê ya Tevgera Kurd, bû yek ji sernavên girîng ê konferansê. Hate destnîşankirin ku ev nêzîkatî ne tenê polîtîkayeke herêmî, di heman demê de perspektifekî ku di asta gerdûnî de berpirsyariyê hildigire.

Di rûniştinan de hate destnîşankirin ku divê rêxistinbûnên di pêşengiya tevgerên gelê xwecihî, jin, ciwan û komên civakî de, bi piştevaniya navneteweyî bê xurtkirin. Hate bilêvkirin ku divê piştevanî ne bi tenê siyasî, bi aliyên civakî û çandî were pêşxistin.

Di konferansê de hate diyarkirin ku vîzyona Tevgera Kurd a li ser bingeha aştî û demokrasiyê ne tenê ji bo gelên herêmê, di heman demê de di asta gerdûnî de xwedî girîngî ye û hate destnîşankirin ku divê têkoşînên xwecihî di platformên navneteweyî de zêdetir xuyatir bibe.

Konferans bi peyama, “Piştevaniya navneteweyî, rêxistinbûna civakî û diyalog, di avakirina jiyaneke adil û dikare bê jiyankirin de xwedî rolekî krîtîk e” bi dawî bû.