Li Freîbûrgê çalakiya li dijî tecrîdê
Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Freîbûrgê bi mîtîngeke hate protestokirin.
Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Freîbûrgê bi mîtîngeke hate protestokirin.
Bi armanca protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û daxwaza hevdîtinê, li bajarê Freîbûrg ê Elmanyayê mîtîng hat lidarxistin.
Mîtîng ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) ve li Platz der alten Synagogê hat lidarxistin. Kurdistanî û dostên wan tevlî mîtîngê bûn.
Hevserokê NCDK’ê Salîh Torî di mîtîngê de axivî û got, “24 meh in em tu agahî ji Rêberê xwe nagirin, em ji rewşa wî bi fikar in. CPT di vê mijarê de durûtiyê dike. Nêzîkatiya CPT li gorî daxwaz dewleta Tirk e. Em daxwaz dikin ku demildest bi Rêbertiya me re hevdîtin were kirin. Sebra Kurdan nemaye.” Salîh Torî banga tevlîbûna meşa Dusseldorfê ku wê 15’ê Nîsanê bê lidarxistin, kir.