Li Fransayê tecrîd hate protestokirin

Li bajarê Montpellîer ê Fransayê li Qada Comedeîeyê çalakî hate lidarxistin û di çalakiyê de bal hate kişandin ser grevên birçîbûnê.

Partiya Çep, Partiya Komunîst, Partiya Keskan, Komeleya Carmagnoleyê û parlementerê Partiya Çep Mûrîel Ressîîgûer tevlê bûn.

Di çalakiyê de hate xwestin ku bila tecrîd were rakirin û hate diyarkirin ku wê hesabê êrîşan were pirsîn.

TOÛLOÛSE

Li bajarê Toûloûseyê ya Fransayê jî her sal Partiya Komunîst çalakiyan li dar dixin. Kurd tevlî çalakiya  li vir bûn û tecrîd protesto dikin.