Li Fransayê sê sendîka li hemberî pêşnûmeya 'budçeyê' di grevê de ne
Li Fransayê sendîkayên CGT, FSU û Solidaires li hemberî pêşnûmeya budçeyê ya sala 2026'an a hikumetê vê Sêşemê li seranserê welêt banga şermezarkirin û grevê kirin.
Li Fransayê sendîkayên CGT, FSU û Solidaires li hemberî pêşnûmeya budçeyê ya sala 2026'an a hikumetê vê Sêşemê li seranserê welêt banga şermezarkirin û grevê kirin.
Li gorî amadekaran, li seranserê welêt 150 çalakî têne plankirin. Rayedar li bendê ne ku ji 5 heta 10 hezar kes beşdarî çalakiya li Parîsê bibin. Tê payin ku karmendên dewletê bi komên biçûk li ber wezaretan û kargehan kom bibin û ji saet 14:00 û pê ve tevlî meşa li Qada Bourseyê bibin.
Lê belê tê payin ku tevger tenê bandorê li qadên ragihandin û perwerdeyê bike. Ji ber ku sendîkayên CFDT û FO tevlî bangê nebûn, çalakî lawaz bû.
Sendîka dibêjin, budçe wê ji bo xebatkaran û xizmetên cemaweriyê bibe felaket. Bi taybetî kêmkirina personelên cemaweriyê bi 3 hezar kesî, zêdekirina mûafiyeta tibî bi du qatî, bisînorkirina destûra nexweşiyê bi 15 rojan, kêmkirina budçeya li malên lênihêrîna extiyaran, nexweşaneyan têne rexnekirin.