Li Fransayê sala bê wê ‘leşkeriya bi dildarî’ dest pê bike

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron, hûrgiliyên xizmeta leşkerî ya bi dildarî ku dê di havîna 2026’an de bikeve meriyetê eşkere kir.

Bernameya "xizmeta neteweyî" ya nû ku ji hêla Macron ve hatî ragihandin, dê ji bo ciwanên dildar ên temenên wan di navbera 18 û 19 salî de be.

Di vê bernameya ku gefên ji çavkaniyên Rûsyayê weke hincet tê nîşandan û hat amadekirin de, ciwan wê bibin xwedî statuya leşkerî û cilên leşkerî, alav û mûçeyê werbigirin. Meclîs dikare di rewşa krîzek mezin de vê pergalê mecbûrî bike.

Ev bername bi giştî dê 10 mehan bidome. Di meha ewil de dê perwerdehiya leşkerî ya bingehîn (dîsîplîn, perwerdehiya çek, meş û merasîmên leşkerî) bin. Piştre ciwan wê li nav yekîneyên leşkerî ên li Fransayê bên bi cih kirin. Wezîfedarkirin dê tenê di nav sînorên neteweyî de werin pêk anîn.

Pêşî tê plankirin 3 hezar ciwan tevlî vê perwerdehiyê bibin. Macron, diyar kir ku ev hejmar wê bi demê re zêde bibe û bigihêje 50 hezaran.