Li Fransayê ji bo PKK’ê stantên îmzeyên hatin danîn

Li bajarên Rennes û Nantes ên Fransayê ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteya ‘rêxistinên terorîst’ îmze hatin komkirin.

Di çarçoveya kampanya cîhanî ya ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteya ‘rêxistinên terorîst’ ên Yekîtiya Ewropa û Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê ku ji aliyê Însiyatîfa Edaleta Navnetewî ji Bo Kurdan hatî destpêkirin, li bjarê Rennes û Nantesê stantên komkirina îmzean hatin danîn.

Di her du bajaran stantên ku bi dirûşmeya “PKK gel e, gel nayê qedexekirin” hatin danîn de rojên Şemî û Yekşemiyê bi sedan îmze hatin komkirin. Her wiha bi sedan danezan hatin belvkirin û agahî hatin dayin.