Li Fransayê çalakiyên piştevaniyê ji bo Rojava dewam dikin
Di meş û çalakiyên cuda ên li navendên Fransayê berxwedana Rojava hate silavkirin û êrîşên çete û komkujiyên li ser sivîlan hatin şermezarkirin.
Di meş û çalakiyên cuda ên li navendên Fransayê berxwedana Rojava hate silavkirin û êrîşên çete û komkujiyên li ser sivîlan hatin şermezarkirin.
Li gelek navendên Ewropayê êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê hatin protestokirin û berxwedana gel hate silavkirin.
LORIENT
Kurdistanî û dostên wan li bajarê Lorinet ê Fransayê, bi armanca protestokirina êrîşên li ser Rojava li Qada Place de l’Église Kerentrechê li hev kom bûn. Navenda Çanda Elewî ya Morbihan, endamên BIR-KAR û alîgir tevî dirûşmeyan heta Qada Place Aristide Briand meşiyan.
Parlementerê Ekolojîst ê Meclîsa Neteweyî ya Fransayê Damien Girard jî tevlî çalakiyê bû û êrîşên li ser Rojava û komkujiyên li ser sivîlan wekî binpêkirina hiqûqa navneteweyî bi nav kir. Her wiha helwesta hikûmeta Fransayê rexne kir. Girard diyar kir ku ew ê hem li Meclîsa Neteweyî hem jî xwecihî bi gelê Kurd re di nava piştevaniyê de be.
Di axaftinên li ser navê civaka Kurd de îşaret bi krîza mirovî ya li Rojava hate kirin. Beşdaran hêzên ku piştgirî didin çeteyên DAÎŞ’ê rexne kirin û banga berpirsyariyê li Yekîtiya Ewropayê û hikûmeta Fransayê kirin. Di axaftinan de wiha hate gotin, “Kesên ku îro bêdeng dimînin, wê sibê bibin hevkarê vê sûcê. Li Rojava 5 zarok ji ber sarma û birçîbûnê mirin. Ne bi bombe, ne bi gule… Ji ber bêdengiyê jiyana xwe ji dest dan.”
Di dawiya çalakiyê de hate destnîşankirin ku piştevaniya bi Rojava re dewam bike.
DRAGUIGNAN
Li bajarê Draguignan ê Fransayê jî çalakiya kona berxwedanê ku bi armanca piştevaniya bi Rojava re li pêşiya Walîtiyê hat destpêkirin, di roja duyemîn de dewam dike. Nobeta konê îro ji aliyê ciwanan ve hate dewrgirtin. Ciwanan di daxuyaniya xwe de berxwedana Rojava silav kirin.
Ciwanan destnîşankirin ku berxwedana Rojava, berxwedana rûmetê ya gelê Kurd e.
Tê payîn ku çalakî di rojên pêş de bi tevlîbûna komên cuda dewam bike.
NICE
Li bajarê Nice yê Fransayê, bi hezaran Kurdistanî û dostên wan bi armanca piştevaniya Rojava meşiyan. Meşa ku li pêşiya rawestgeha Nice destpê kir, li Qada Massena bi dawî bû. Çalakî ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê û şoreşê bi deqîqeyekî rêzgirtinê destpê kir.
Beşdaran di tevahiya meşê de dirûşmeyên, “Bijî YPG”, “Bijî YPJ”, “Kujer Erdogan” û “Kujer Colanî” berzkirin. Her wiha danezanên bi Fransî hatin belavkirin û şoreşa Rojava û berxwedana xweparastinê ya gelê Kurd hate vegotin.
Zelal Yilmaz ku li ser navê tevgera jinan axivî, berxwedana li Rojava ya di pêşengtiya jinan de silav kir û wiha got, “Têkoşîna jinên Kurd ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo hemû jinên cîhanê meşaleya azadiyê ye.””
Çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû û hate ragihandin ku çalakiyên piştevaniyê li bajarên din ên Fransayê jî dewam bikin.