Newroz li Exeterê bi girseyî hat pîrozkirin
Yekemîn pîrozbahiya Newrozê ya li Îngilistanê di dirûşmeya “Piştevanî dide jiyîn, têkoşîn azad dike” li bajarê Exeterê hat lidarxistin.
Yekemîn pîrozbahiya Newrozê ya li Îngilistanê di dirûşmeya “Piştevanî dide jiyîn, têkoşîn azad dike” li bajarê Exeterê hat lidarxistin.
Pîrozbahiya Newrozê ku li Phoenix Gandy Center a bajarê Exeter a Îngilistanê hat lidarxistin, diyarî erdheja li navend Kurdistanê hat kirin. Pîrozbahiya Newrozê di şexsê Mazlûm Dogan û ji Fermandarên Berxwedana Sûrê Cîhan Turkan (Çiyager) de ji bo hemû şehîdên Kurdistanê û kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane, bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.
Di pîrozbahiya Newrozê de pankartên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Mazlûm Dogan li ser dikê hatin daliqandin û gelek caran dirûşmeyên “Bijî Newroz”, “Bijî Serok Apo”, “Bimre faşîzm” û “Bijî berxwedana gerîla” hatin berzkirin.
Beşdaran cil û bergên neteweyî yên bi taybet ji bo Newrozê li xwe kirin û govenda pêşî zarok gerandin. Dr. Alan Hassaniyan axaftina vekirinê kir. Hassaniyan, kesên ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî û bal kişand ser girîngiya piştevanî û têkoşînê. Hassaniyan got, “Newroz jiyan e. Newroz, ‘Jin, jiyan, azadî’ ye. Newroz berxwedan e û ev berxwedan li her çar parçeyên Kurdistanê veguheriye serhildan û qirîna azadiyê.”
Li ser navê Meclîsa Gel a Kurd Ercan Akbal axaftinek kir. Akbal bi bîr xist ku ew Newrozê diyarî erdhejê kirine û got: “Em ê bi ruhê Mazlûm Dogan û Çiyager têkoşînê mezin bikin. Em ê berxwedanê mezin bikin û faşîzmê hilweşînin. Em ê gelê xwe nekin neçarî vê dewleta faşîst. Lewma me Newrozê diyarî piştevaniya mexdûrên erdhejê kir.”
Akbal bal kişan ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got: “Em careke din dibêjin, em ê tu caran jiyana bêyî Rêber Apo qebûl nekin.”
Di Newroza Exeterê de ku beşdaran bêyî navber dirûşme berzkirin û çepik lêdan, li gel stranên hunermend Memozan govend hat gerandin. Her wiha ji bo piştevaniya mexdûrên erdhejê sindoqên alîkariyê hat danîn û beşdaran eleqeyek zêde nîşan da.