Li Ewropa coşa 8’ê Adarê berdewam dike

Jinên Kurd di çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de li gelek welatên Ewropa derketin qadan, panel, çalakî û şahî li dar xistin.

Jinên Kurd di çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de li gelek welatên Ewropa derketin qadan û şahî li dar xistin. Çalakî û şahiyên îro li bajarê Parîs, Strasboûrg ên Fransa, Koln, Dûîsbûrg ên Elmanya û Melboûrne ya Awûstralya li gelek welatan hatin lidarxistin.

PARÎS

Li Fransa çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi panel, şahî û çalakiyan berdewam dike.

Bi bêşengiya Tevgera Jinên Kurd a Fransayê (TJK-F), jinên Kurd bi çalakiyekê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd hatin ba hev. Çalakiya jinan bi pêşengê dest pê kir û pêşengeh rastî eleqeyek mezin a jinan hat. Piştî pêşengehê, jin tevlî bernameya 8’ê Adarê bûn. Li qada şahiyê wêneyê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylamez hatin hilawistin. Şahî bi rêzgirtina ji bo şehîdan dest pê kir.

‘AZADIYA CIVAKÊ‘

Di şahiyê de jina ciwan a Tamîlî bi reqsa gelerî derket li ser dikê. Piştre, dayika Tellî Alagoz, xîtabî jinan kir û got: “Ez bi felsefe û îdeolojiya Rêber Apo silav dikim. Mamosteyê mêran jin e. Ên ku wan mezin dike û şîr dide wan jin e. Eger em bi serbikevin wê ew jî dê rabin li ser xwe. Em ê bi felsefeya Rêber Apo rabin li ser xwe. Bê jin civak azad nabe.“

Piştî axaftinan, Meral Akan bi awaz û tembûra xwe derket li ser dikê û ji jinan re stranên gelîrî got. Akan bi stranan dilê jinan xweş kir.

Piştî stran û coşa jinan, şanoger Kewê bi lîstikek şanoyê derket li ser dikê.

Şahî bi gerandina govendê berdewam kir.

Di dawiya şahiyê de bi banga meşa mezin a jinan a 8’ê Adarê roja Sêşemê li Gare Du Nord pêk tê bi dawî bû.

STRASBOÛRG

Li bajarê Strasboûrg ê Fransa jî bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê meşek hate lidarxistin. Meş bi pêşengiya Însiyatîfa Jinan a Zîn bi tevlîbûna sedan jinan ji qada Kleber heta qada Repûbliqûe dest pê kir. Jinên femînîst û şoreşger ên li Strasboûrgê beşdarî meşê bûn. Di meşê de dirûşmeyên "Jin, jiyan, azadî" û "La femme, la vie, la liberte" hatin berzkirin.

Di meşê de ji bo jinan qurnefîl hate belavkirin. Di heman demê de jinan name ji jinên girtî ên di girtîgehên Tirkiyeyê de têne girtin re şand.

DÛISBÛRG

Li bajarê Dûisbûrgê jî jinan bi boneya 8’ê Adarê ji jinên girtî ên di girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê de tên girtin re nameyên piştevaniyê şandin.

KOLN

Li Kolnê jî bi heman armancê endamên Meclîsa Jinan a Viyan ji jinên girtî re qert û name şandin.

MELBOÛRNE

Jinên Kurd ên li bajarê Melboûrne yê Awûstralyayê dijîn, bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê civînek li dar xistin. Civîn li avahiya NAV-KURD'ê de hate lidarxsitin. Aktivîsta jin Cennet Kahraman behsa dîroka 8'ê Adarê, zextên li ser jinên Kurd û têkoşîna azadiyê kir.

Piştî axaftinan, nirxandina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li ser têkoşîna jinan hate temaşekirin.