Li Essenê cejna vejînê hat pîrozkirin
Kurdistaniyên li Essenê dijîn ji bo pîrozkirina cejna vejînê li DTKM’ê hatin ba hev.
Kurdistaniyên li Essenê dijîn ji bo pîrozkirina cejna vejînê li DTKM’ê hatin ba hev.
Kurdistaniyên li bajarê Essen a Elmanyayê dijîn ji bo pîrozkirina cenja vejînê li Meclisa Civaka Kurd a Demokratîk hatin cem hev.
Kurdistaniyan piştî deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdên azadiyê dest bi pîrozbahiyê kirin.
Li ser navê Meclisa Gel a Essenê Pîrlî Avesta, nûnerên Partiya Marksîst-Lenînîst a Elmanya (MLPD) û Hevseroka KON-MED’ê Zubeyde Zumrut axaftin hatin pêşkêşkirin.
Piştî axaftinan Hunermend Diyar û Zozan heya saetên êvarê stranên xwe pêşkêşkirin.
Kurdistaniyan li ber stranan govend gerandin.