Li Elmayayê coşa Cejna Berxwedana Neteweyî
Li Elmanyayê çalakiyên Cejna Berxwedana Neteweyî bi tevlîbûna bi sedan kesan pêk tê. Di pîrozbahiyan de pêvajoya ku gelê Kurd bi pêşengiya PKK’ê derbas kir, bi aliyên xwe yên dîrokî û nûjen tê destgirtin.
Li Elmanyayê çalakiyên Cejna Berxwedana Neteweyî bi tevlîbûna bi sedan kesan pêk tê. Di pîrozbahiyan de pêvajoya ku gelê Kurd bi pêşengiya PKK’ê derbas kir, bi aliyên xwe yên dîrokî û nûjen tê destgirtin.
47’emîn salvegera damezrandina PKK’ê, li gelek navendên Elmanyayê bi girseyî hat pîrozkirin.
FRANKFURT
Li bajarê Frankfurt ê Elmanyayê, bi pêşengiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Frankfurtê û organîzasyona hevpar a Meclîsên Jinan a Sara, Amara û Nûjîn û meclîsên Mainz û Hanau, pîrozbahiyeke girseyî hate lidarxistin.
Cihê pîrozbahiyê bi wêneyên Rêber Apo û Şehîdên Azadiya Kurdistanê hate xemilandin. Pîrozbahî di saet 14:00’an de bi deqîqeyekî rêzgirtinê destpê kir.
Nûnerên meclîsên jinan û rêveberên NCKD’ê di axaftinên xwe de pêvajoya dîrokî ya tevgera siyasî ya Kurd a 47 salî û qonaxa heyî nirxandin. Hate destnîşankirin ku divê rêxistinên jinan a li Ewropayê bên mezinkirin û îşaret bi girîngiya xebatên ji bo nifşên ciwanan hate kirin.
Siyasetmedar Îdrîs Baluken jî di çalakiyê de axivî. Baluken geşedanên siyasî yên li Tirkiye û herêmê ji aliyê dîrokî ve nirxand û bandorên tecrîdê li ser pêvajoya demokratîkbûnê vegot.
Baluken diyar kir ku Rêber Apo yek ji aktorên herî bandor e ku pêvajoyê heta îro anî û bilêv kir ku tecrîda ku li Îmraliyê dewam dike, rasterast bandor li ser nîqaşên demokratîkbûnê û atmosfera siyasî dike.
Baluken bal kişand ser xeta siyasî ya Tirkiyeyê di salên dawî de û diyar kir ku polîtîkayên dewletê yên li hemberî meseleya Kurd li gorî demê hişk û nerm dibe û ev yek rê li ber pêvajoyeke çareseriyê ya biîstikrar digire.
Baluken bal kişand ser awayên berxwedan û protestoyên li girtîgehan dewam dike û anî ser ziman ku divê di mijara azadiya Rêber Apo û girtiyên din de, hestiyariya raya giştî ya navneteweyî zêde bibe.
Çalakî, bi beşa çandî ku Bermal Çem, Koma Sarya, Diyar Gerîla û Seyda Perînçek derketin ser dikê, dewam kir. Standên ku xwarinên herêmî hatin pêşkêşkirin, eleqeyeke mezin dît. Çalakî bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.
DORTMUND
Bi pêşengiya Meclîsa Gel a Dortmundê, di çarçoveya Cejna Berxwedana Neteweyî de li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk civîna gel hate lidarxistin.
Civîn bi silavkirina Hevseroka Meclîsa Gel Fatma Golelî û deqîqeyekî rêzgirtinê destpê kir.
Piştre, Parlamentera DEM Partî ya Amedê Berdan Ozturk, derbarê Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo û pêvajoya siyasî ya heyî de nirxandineke berfireh kir. Ozturk hirgûliyên hevdîtina Komîsyona Meclîsê ya bi Rêber Apo re vegot û pirsên beşdaran ên li ser Rojava û pêvajoyê, bersivand.
Piştî axaftinan li ber stranên hunermend Hakî Botan, govend hat gerandin.
HANNOVER
Bi sedan kesên ku li Hannover û derdora wê dijîn, di çarçoveya Cejna Berxwedana Neteweyî de, bi çalakiyekî li hev civiyan.
Çalakî bi deqîqeyekî rêzgirtinê destpê kir û piştre li ser navê FED-DEM’ê daxuyaniyeke ku îşaret bi girîngiya dîrokî û siyasî ya cejnê dike, hate dayîn.
Di çalakiyê de hunermend Meral Alkan, Binevş Cizîrî, Hêvî Çiya, İdris Bagok, Koma Dimlî û Govend Bakur derketin ser dikê.
Çalakî bi gerandina govendê û berzkirina dirûşmeyan heta saetên dereng dewam kir.
MANNHEIM
Li bajarê Mannheim ê Elmanyayê, bi wesîleya 47’emîn salvegera damezrandina PKK’ê pîrozbahî hate lidarxistin. Pîrozbahî bi deqîqeyekî rêzgirtinê destpê kir û bi axaftina Hevserokê KON-MED’ê Kerem Gok dewam kir.
Gok bal kişand ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û diyar kir ku aştî ne tenê bi hikûmetan, bi îradeya hevpar a civakan pêkan bibe.
Parlementerê Die Linke MV Gokay Akbulut jî anî ziman ku polîtîkayên krîmînalîzasyonê yên li hemberî tevgera siyasî ya Kurd êdî gihîştiye asteke ku nabe were qebûlkirin.
Parlementerê berê yê HDP’ê Faysal Sariyildiz jî bal kişand ser zextên siyasî û hiqûqî yên li ser sirgûnên siyasî û wiha got, “Aştî bi pêvajoyeke ku hemû aliyên civakî têde cih bigirin, dikare were avakirin.”
Piştî axaftinan, hunermend Berfîn Mamedova, Hamid Urmiye, Seyda Perînçek, Dengê Sînan, Yaşar Şebî û Pervîn Rojava derketin ser dîkê.
Pîrozbahî, bi gerandina govendê heta saetên dereng dewam kir.