Li Elmanyayê polîsan girtin ser rojnameya Sabahê
Di destê sibehê de li Frankfûrtê polîsên Elmanyayê girtin ser buroya rojnameya Sabahê û 2 kes destgîr kir. Ev rojname girêdayî desthilatdariya AKP’ê ye.
Di destê sibehê de li Frankfûrtê polîsên Elmanyayê girtin ser buroya rojnameya Sabahê û 2 kes destgîr kir. Ev rojname girêdayî desthilatdariya AKP’ê ye.
Li gorî agahiyan polîsan vê sibehê li Frankfûrtê girtine ser rojnameya Sabahê. Nûnerê Elmanyayê yê rojnameyê Îsmaîl Erel û Midûrê Nûçeyan Cemîl Albay jî destgîr kirin.
Derbarê serdegirtinê polîs û dozgeriya Elmanyayê tu agahî nedan. Li gorî çavkaniyên li Frankfûrtê yên ku agahî dan ANF’ê, rojnameya Sabahê di demên dawîn de agahiyên taybet ên mûxalifên AKP û MHP’ê weşandiye.
Di serdegirtinê de komputer û telefon hatin destgîrkirin û sedema destgîrkirinê nehate eşkerekirin.
Hate ragihandin ku her du kesên ku hatine destgîrkirin li Elmanyayê wekî xebatkarên MÎT’ê tevdigeriyan û bi rêyên derqanûnî agahiyên taybet ên mûxalifên rejîma Erdogan bi dest xistine.