Li Elmanyayê polîs wê ji berê bêhtir cîhazên hewayî yên bêmirov di xwepêşanan de bi kar bîne

Eyaleta NRW’ê ya Elmanyayê, biryar da ku di cîhazên hewayî yên di hin xwepêşandanên girseyî de tên bikaranîn, zêde bike.

Dronên taybet ên yekîneyên polîsên Elman ku ji zû de bû li ser dixebitin, cara pêşîn sala 2011’an di lîstîka fûtbolê ya li Eyaleta Saksenê hat bikaranîn. Lê ji ber kêmasiyên xwe yên teknîkî dron têr berbelav nebûn. Sala 2020’an di xwepêşandanên protestokirina pêkanînên koronayê de pir hatin bikaranîn. Dronên polîsan bi bêtêl û hoparlor ku bi kûmandayên tên kontrolkirin herî pir li eyaletên Hessen û Bavyera, destwerdana li xwepêşandanên bêyî destûr de hatin bikaranîn.

Midûriyeta Ewlehiyê ya eyaleta herî mezin a welêt Ren Vestfalya ya Bakur (NRW), biryar da ku ji berê bêhtir dronên polîsan bên bikaranîn.

Ji Eyaleta NRW’ê her wiha ji bo berfirehkirina projeya hebûna cîhazên bêmirov li qereqolên polîsan planê pêşketîtirkirina wan dike. Rêveberiya eyaletê bi taybetî wê di tespîtkirina qezayên giran ên li otobanan dronan bi kar bîne.

Wezîrê Karê Navxweyî yê Eyaleta NRW’ê Reûl jî got: “Em ê ji niha û pê ve ji hewayê ve bidin ser şopa sûcdaran” û projeya nû ya yekîneya polîsan da naskirin.