Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Mezinkirina lêgerîna yekîtiya demokratîk, berpirsiyariya me hemûyan e
BI DÎMEN

Li Elmanyayê Kurd û dostên wan 10 roj in beyî navber di çalakiyan de ne

Kurdistanî û dostên wan ên li Elmanyayê jiyan dikin, bi armanca protestokirina êrîşên li ser Rojava 10 roj in bêyî navber çalakiyên xwe didomînin. Di meşê de rexneyên ji bo çapemeniya Elman jî derket pê.

Kurdistanî û dostên wan ên li Elmanyayê jiyan dikin, îro jî çalakiyên xwe yên li dijî êrîşên çeteyên HTŞ,DAÎŞ û dewleta Tirk ên li ser Rojava domandin .

KOLN

Kurdên ku li bajarê Koln ê Elmanyayê jiyan dikin, 10 roj in li dijî êrîşên li ser Kobanê û Rojava li kolanan in. Li bajêr her roj meş û mitîng tên lidarxistin. Îro jî bi sedan Kurdistanî bi banga Navenda Civaka Demokratîk a Kolnê, li pêşiya Dom Katerdalî li hev civiyan.

Girseyê di tevahiya meşê de gelek caran dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Rojava”, “Gelê Kurd Yek e”, “Rojava Rojhilat e Kurdistan Yek Welat e” û “Şehîd Namirin” berzkirin.

Beşdarna alên YPG û YPJ’ê û pankartên ku dorpêça Kobanê û êrîş û komkujiyên li ser sivîlan nîşan dide hatin hilgirtin.

Adnan Kobanê ku di mitîngê de axivî diyar kir ku HTŞ’ê ji bo xapandina raya giştî ya navneteweyî agirbestê ragihand, lê tu car li gorî agirbestê tevnegeriya. Kobanê wiha got, “Di van saetan de li dijî gundên Kobanê êrîş dewam dikin.”

Kobanê ragihand ku HTŞ’ê 8 roj in av û elektîrka Kobanê birî ye û tevî koçberiyên di hefteyên dawî de nifûsa bajêr gihîştiye 450 hezarî û ev nifûs jî rûbirûyê bêavî ne.

Kobanê di axaftina xwe de bertek nîşanî çapemeniya Elman jî da û rexne li nûçeyên hin saziyên çapemeniyê yên xurt di serî de Der Spiegel ên wekî, “Kurd entegre nabin, hikûmeta Sûriyeyê ji ber vê êrîş dike” kir. Kobanê diyar kir ku ev nêzîkatî xapandineke mezin e û wiha got, “Em ji kesên ku nûçeyê bi vî rengî dinivsînin dikin; Hûn çi ji entegrasyonê fêm dikin?”

Kobanê bi bîr xist ku li bajarên Kurdan 14 sal in ji dibîstana seretayî heta zanîngehê perwerdeya Kurdî tê dayîn û diyar kir ku HTŞ’ê ferz dike ku HTŞ’ê dixwaze ev dibîstan werin girtin û Kurdî tenê di hefteyê de saetek wekî waneyê bijartî were dayîn. Kobaê bi berdewamî got, “Herêmên ku Kurd lê dijîn, wê artêşa Kurd biparêze. Em nikarin canê xwe emanetê HTŞ’ê bikin.”

Di dema axaftinê de gelek caran dirûşmeyên, “Kobanê bê av e” û “Bimre Koletî, Bijî Azadî” hatin berzkirin. Piştî mitîngê, ji Dom Katedralî heta Neumarktê ku yek jî xalên herî qelebalix ê bajêre, meşiyan.

HAMBURG

Li Hamburgê bi pêşengiya Meclîsa Gel a Kurd a Demokratîk a Hamburgê (DKHM), bi armanca protestokiirna êrîşên HTŞ, DAÎŞ û dewleta Tirk meşekî girseyî hate lidarxistin. Bi deh hezaran kes tevlî meşê bûn û peyama, “Rojava Vietnam e, Rojava Kurdistan e” derket pêş.

Meş ji St. Pauli U-Bahnê  destpê kir û heta Fischmarkt a Altonayê dewam kir. Meclîsa Jinan a Rojbîn, TCŞ, enternasyonalîstên Elman, rêxistinên ciwanên sosyalîst, rêxistinên jinan û gelek Kurdistanî tevlî meşê bûn û pankartên bi zimanê Elmanî, Kurdî û Tirkî hatin hilgirtin.

Di meşê de pankartên bi nivîsên “Turkischen Angriffskrieg und Dschihadisten stoppen! Verteidigt Rojava und die Frauenrevolution!”, “Stoppt die Angriffe auf Rojava und Rojhilat – Solidaritat mit den Protesten im Iran!”, “Wir sind bereit, uns denen entgegenzustellen, die uns unsere Freiheit nehmen wollen!”, “Serkeftin Peoples Caravan – Bijî Kobanê” hatin vekirin.

Di tevahiya meşê de dirûşmeyên “Jin Jiyan Azadî”, “Terorîst Colanî, Terorîst Erdogan”, “Bijî berxwedana Rojava”, “Alle zusammen gegen den Faschismus”, “Bijî berxwedana YPG-YPJ” hatin berzkirin û sirûdên berxwedanê hatin gotin.

Nûnera YJK-E’yê Hediye Bakrak ku di çalakiyê de axivî, diyar kir ku li Rojava ruhê berxwedanê şênber bûye û wiha got, “Rojava îro Vîetnam e. Hêzên navneteweyî çawa ku li Vietnamê têk çûn, li Rojavayê jî hêzên ku xiyanetê li gelê me kirin, HTŞ û terorîzma Tirk têk biçin. Em ê teslîmiyetê qebûl nekin. Heta ku Rojava neyê naskirin wê berxwedan neraweste. Rojava Kurdistan e. Berxwedana jinan wê neraweste. Em bang li her kesî dikin ku xwedî li vê berxwedanê derkevin. Divê Ewropa vê berxwedanê bilind bike.”

Çalakî bi dirûşme û sirûdan bi dawî bû.

STUTTGART

Li bajarê Stuttgart ê Elmanyayê jî di 24’ê Çileya 2026’an de êrîşên li dijî Şoreşa Rojava bi tevlîbûna nêzî 10 hezar kesan meşekî girseyî hate lidarxistin. Meş bi banga Fed Kurd û NAV-DEM’ê hate lidarxistin û ADGB’ê jî piştgirî da. Beşdarvanên ji çar parçeyên Kurdistanê eleqeyekî mezin dan çalakiyê.

Di tevahiya meşa ku li navenda bajêr pêk hat de, gelek caran dirûşmeyên “Yekîtiya gelan – Yekîtiya Kürdistan”, “Yekê, yekê, yekê, Kurdistan yekê”, “Jin, jiyan, azadî” û “Bijî berxwedana Rojava” hatin berzkirin. Gelek jin tevlî meşê bûn û bi kezikirina porên xwe di kortejan de pêşengiyê kirin. Her wiha bal kişandin ser karekterê azadîxwaz a jinan a di Şoreşa Rojava de.

Di axaftinên çalakiyê de hate destnîşankirin ku rêveberiya xweseriya demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye avakirin, bûye hedefa hêzên emperyalîst û rejîmên paşverû yên herêmî. Her wiha hate diyarkirin ku parastina Rojava tê wateya parastina nirxên hevpar a mirovahiyê.

Meş, piştî banga piştevaniya navneteweyî ya rojava û banga bilindkirina têkoşînê li her qadê bi dawî bû.

HANNOVER

Li Hannoverê bi pêşengiya FED-DEM û Meclîsa Jinan a Ronahî Bêrîvan li dijî êrîşên li ser Rojava çalakiyeke girseyî hate lidarxistin. Di çalakiyê de li ser navê FED-DEM’ê Latîf Karakaş axivî û destnîşan kir ku Şoreşa Rojava têkoşîna hevpar a gelan e û bang li raya giştî ya navneteweyî kir ku bêdeng nemînin.

BONN