Li Elmanyayê ji bo azadiya Abdullah Ocalan civînên gel hatin lidarxistin

Li Elmanyayê di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” de civînên gel hatin lidarxistin.

Li bajarên Grevenbroîch, Monchengladbach û Mannheîm ên Elmanyayê di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” de civînên gel hatin lidarxistin.

Di çarçoveya xebatên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li bajarê Grevenbroîch civîna gel hat lidarxistin. Parlamentera HDP'ê ya Rihayê ya berê Dîlek Ocalan weke axaftvan beşdarî civînê bû. Xwişka Abdullah Ocalan, Fatma Ocalan jî beşdarî civînê bû û têkîdarî pêngava azadiyê agahî da gel.

Piştre beşdaran li ser rewşa Kurdan a li 4 parçeyên Kurdistanê û polîtîkayên dewletên dagirker  axaftin kirin. Civîn bi axaftinên li ser tecrîda li dijî Abdullah Ocalan û têkoşîna ku di asta cîhanê de didome, dewam kir û piştî pirs û bersivan bi dawî bû.

‘AZADIYA ABDULLAH OCALAN WÊ XITIMÎNA SIYASÎ VEKE’

Di çarçoveya pêngavê de li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Monchengladbachê civîna gel hat lidarxistin. Hevseroka KCDK Zubeyde Zumrut û parêzerê Abdullah Ocalan Omer Guneş beşdarî civînê bûn. Parêzer Omer Guneş têkîldarî tecrîda li ser Abdullah Ocalan û pêngava azadiyê agahî da. Guneş berxwedana dîrokî ya gelê Kurd bi beşan vegot û bêhiqûqiyên dîrokî ya dewleta Tirk û siyasetên îmhayê yên li dijî serokên Kurd bi mînakan vegot.

Hevseroka KCDK'ê Zubeyde Zumrut derbarê tecrîda li ser Rêber Apo û xebatên ji bo pêngava azadiyê tên kirin, axivî û diyar kir ku azadiya fîzîkî ya Ocalan hêm wê pirsgirêka Kurd çareser bike û hem jî xitimîna siyasî ya li Rojhilava Navîn veke. Zumrut destnîşan kir ku gelê Kurd di azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de bi biryar e.

Enternasyonalîstan di çarçoveya “Roja Pirtûkên Ocalan a Cîhanê-Global Ocalan Books Day" de li avahiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Wûppertalê çalakiya xwendinê li dar xistin.

MANNHEÎM

Li Mannheîmê ji aliyê Meclîsa Gel a Mannheîmê û Meclîsa Jinê ve civîna gel hat lidarxistin. Di civînê de beşên ji pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin xwendin û bal kişandin ser tecrîda li ser Îmraliyê.