Li Elmanyayê bi pêşengiya ciwanan Newroz hate pîrozkirin

Li bajarên Dûîsbûrg û Stûttgarte yê Elmanyayê bi pêşengiya ciwanan Newroz hate pîrozkirin.

Li bajarên Dûîsbûrg û Stûttgarte yê Elmanyayê bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TekoJIN) Pîrozbahiya Newroza Sala Serfiraziyê ya 50’emîn hate kirin.

Li bajarê Dûîsbûrgê bi pêşengiya TCŞ û TekoJIN’ê pîrozbahî hate kirin. Pîrozbahî heta êvarî domiya. Di pîrozbahiyê de Koma Stêrkên Welat govend gerand û piştre jî li ser navê TCŞ û TekoJIN’ê axaftin hate kirin. Di axaftinan de qala girîngiya azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin.

Piştî axaftina ciwanan siyasetmedar Leyla Îmret li ser navê HDP’ê axivî û diyar kir wê bi Newrozê re îsal bibe sala azadiyê.

STÛTTGART

Li Stûttgartê jî ciwan li hev kom bûn, agirê Newrozê pê xistin û Newroz pîroz kirin. Piştî çalakiya girseyî ya li Stûttgartê ciwan kom bûn, bi govend û sloganan pîrozbahiya Newrozê domandin.

Di pîrozbahiyê de meşaleyên kesk, sor û zer hatin vêxistin û sloganên ‘Bijî Serok Apo’ hate berzkirin.