Li Elmanyayê amadekariyên Newrozê temam bûn
Newroza navendî ya li Elmanyayê 19’ê Adarê roja Şemiyê li Frankfûrtê wê bê pîrozkirin. Amadekariyên ji bo pîrozbahiyê hatin temamkirin.
Newroza navendî ya li Elmanyayê 19’ê Adarê roja Şemiyê li Frankfûrtê wê bê pîrozkirin. Amadekariyên ji bo pîrozbahiyê hatin temamkirin.
Hevseroka KON-MED'ê û endama Komîteya Amadekar a Newrozê Zubeyde Zumrut, têkildarî pîrozbahiya Newrozê ya ku wê 19'ê Adarê roja Şemiyê li Frankfurtê bê lidarxistin, got, "Di civîna dawî ya amadekariyê ya ku me bi beşdariya nûnerên bi dehan partî, sazî û baweriyan ên ji 4 parçeyên Kurdistanê pêk anî de em êdî hatine qonaxa dawî û amadekariyên dawî yên pîrozbahiya Newroza me ya 19’ê Adarê ya li Rebstock a Frankfurtê bi dawî bûn. Wê bernameyeke dewlemend a çandî bê çêkirin û wê nûnerên saziyên ji 4 parçeyên Kurdistanê wek axaftvan tevlê bibin."
Zumrut her wiha ragihand:
“Meclîs, komun û saziyên girêdayî me yên li seranserê Elmanyayê ji bo ku gelê me derbasî qada Newrozê bikin, otobusên xwe amade kirine.
Divê em Newroza îsal di serî de Rêber Apo, bikin Newroza azadiya bi hezaran girtiyan."
Zumrut diyar kir ku bersiva êrîşên qirker û qirkirina siyasî wê di Newrozê de bê dayîn.
Zumrut her wiha anî ziman, "CDÛ, SPD, Dîe Lînke û gelek nûnerên partiyan wê tevlî Newrozê bibin û peyama hevpariyê bidin. Divê gelê me û dostên me bi xurtî tevlî Newroza îsal bibin û bersiva pêwîst bidin faşîzma AKP/MHP'ê."
Di dawiyê de Zumrut ev agahî dan; “Çalakiya me ya Newrozê wê 19’ê Adara 2022’an roja Şemiyê saet di 10:00’an de destpê bike. Koma Bajar û hunermend Şehrîbana Kurdî, Nasir Rezazî, Hozan Dîno, Xecê, Şerîf Omerî û Koroya Dengê Mezopotamya jî wê derkevin ser dikê. Her wiha koma folklorê wê reng bide pîrozbahiyê."