Li Dusseldorfê cejna vejînê hat pîrozkirin

Cejna vejînê li Dusseldorfê bi coşeke mezin hat pîrozkirin.

Li bajarê Dusseldorf a Elmanyayê cejna vejînê bi tevlêbûna bi sedan Kurdistanî hat pîrozkirin.

Pîrozbahî bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê destpêkir. Piştre li ser navê komîteya amadekar di derbarê wate û girîngiya rojê de axaftina vekirinê hat kirin.

Piştre Hevserokê KON-MED’ê Engîn Sever axivî û got, “Tevî van êrîşên dijmirovî yên ku bi armanca tinekirina Kurdê Azad û afirandina Kurdekî teslîmkar û xayîn, me îdeolojî û vîna Rêber Apo pejirand û bi armanckirina azadiya Rêber Apo û Kurdistanê, emê li gorî ruhê serdemê xwedî li  pêngava “Dem dema azadiyê ye” derkevin. Di vê wateyê de bi boneya salvegera vejînê em berxwedana bi heybet a gerîlayên li Herêmên Parastinê yên Medyayê pîroz dikin.

Ji damezrandina xwe û vir ve her sal, her demsal, hemû hikûmet û generalên leşkerî yên ku ji bo qedandina partiya me dem diyar dikirin, li pêşberî îradeya xurt a PKK'ê winda kirin û hatin avêtin nav sergoyên çopê yên dîrokê. Ev ruh di berxwedana gerîla ya li çiyayên azad û li her cihê ku têkoşîn didome de hê jî tê jiyîn.”

Piştî axaftinan Lokman Dilwar, Rotînda, Nûarîn, Omer Şerîfî û Şiyar û Dijwar derketin ser dikê. Li gel stranên hunermendan govend hatin gerandin û şev veguherî coşeke mezin.

Di şeva pîrovbahiyê de bê navber dirûşmeyên "Bijî Partiya Karkerên Kurdistan", "Bijî Serok Apo" û "Şehîd Namirin" hatin berzkirin. Pîrozbahiya vejînê heta derengiyê dewam kir.

[album=15751]