Li Drancyê ‘Çalakiya #7000 berxwedêr, #7000 pankart’ pêk hat

Li Drancy a Paytexta Fransa Parîsê, di dorhêla ‘Çalakiya #7000 berxwedêr, #7000 pankart’ de gelek pankart hatin daliqandin.

1’ê Gulanê Konseya Demokratîk a Kurd a Fransayê (CDK-F) û Tevgera Jin a Kurd a Fransayê (TJK-F) bi dirûşmeya, “Stop îzolasyon, stop faşizm” daxuyandibû ku çalakiya ‘#7000 berxwedêr, #7000 pankart’ dane destpêkirin. Duh û îro li Drancy û derdora wê çalakî pêk hat. Duh Meclîsa Jinan Zîn a Drancyê, Meclîsa Civaka Demokratîk a Drancyê û Komîsyona Ciwanên Drancyê, herêm bi pankartan xemilandin. Îro jî Tev Çandê gelek pankart li Drancyê daliqandin.

Çalakgeran pêkûtiyên faşîzane yên dewleta Tirk, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û zextên li ser berxwedêrên greva birçîbûnê şermezar kirî, pankartên ku li ser nivisên bi zimanê Fransizî, Îngilîzî û Kurdî  “#7000”, “#Pişgiriya bi 7000’an re!”, “Li dijî faşîzmê #7000 berxwedêr, #Leyla Guven”, “Ji Ocalan re azadî ji kurdistanê re aştî”, “Em ê tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin û Kurdistanê azad bikin”, “7000 kurd di greva birçîbûnê de ne”, “Ji Ocalan re azadî”, “Li dijî îzolasyonê #7000”, “Ji tecrîda li ser Ocalan re STOP, ji faşîzma li Tirkiyê re STOP, #7000 berxwedêr #7000 pankart”, “Em 7000 kes, ji bo şkandina tecrîda li ser ocalan di greva birçîbûnê de ne. Hûn dizanin?”, “Jin, Jiyan, Azadî #Leyla Guven”, “Kurd di greva birçîbûnê de ne #Leyla Guven” û “Ji ocalan re azadî” hatin daliqadin.

Çalakiya ku wê li Fransayê 7000 pankart bên daliqandin, di rojên pêş de jî wê li Drancyê bidome.