Li Dortmûndê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd stand hat danîn

Li bajarê Dortmûnd ê Elmanyayê ji bo azadiya Abdullah Ocalan stand hat danîn û banga meşa 15’ê Nîsanê hat kirin.

Li bajarê Dortmûnd ê Elmanyayê li ber Sparkasse, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan stand hat danîn.

Wêneya Rêberê Gelê Kurd û gotinên wî li standê hat daliqandin. Di standê de ji broşur û ji bo meşa navendî ku wê 15’ê Nîsanê li Dusseldortê bê kirin, belavok hatin belavkirin.