Li dijî komkujiyên li ser Elewiyên li Sûriyeyê banga lezgîn hat kirin
Nûnerên rêxistinên li Zurich, nerazîbûn nîşanî êrîşên li dijî Elewiyan dan û bang li civaka navneteweyî kirin ku bikevin nava tevgerê.
Nûnerên rêxistinên li Zurich, nerazîbûn nîşanî êrîşên li dijî Elewiyan dan û bang li civaka navneteweyî kirin ku bikevin nava tevgerê.
Li bajarê Zurich ê Swîsreyê nûnerên gelek rêxistinan ji bo balê bikişînin ser komkujiyên li dijî Elewiyan ên li Sûriyeyê ku zêde dibin, daxuyaniyek çapemeniyê lidar xistin. Piştî deqeyek rêzgirtinê ji bo şehîdan, nûnerên gelek saziyan li navenda bajêr kom bûn, êrîşan şermezar kirin û bangek lezgîn li civaka navneteweyî kirin.
Hevberdevkê FEDA Swîsreyê Ulaş Yildiz, diyar kir ku êrîşên li dijî Elewiyan beşek ji polîtîkayeke sîstematîk a tunekirinê ne û bang li civaka navneteweyî kir ku tedbîran bigire.
Hevberdevkê FEDA Zurîh Şahîn Kara, jî bang li raya giştî ya Ewropayê kir ku hevgirtina xwe xurt bikin.
Hevberdevkê KCD-K Erdem Yucedag, jî anî ziman ku êrîş ne tenê Elewiyan, di heman demê de li dijî hemû bawerî û gelên li herêmê ye.
Çalakvan xwestin ku êrîş bi dawî bibin, ji sûcdaran hesab bê pirsîn û mekanîzmayên parastinê yên navneteweyî bikevin meriyetê.
Civaka Elewiyan ên li Zurich peyama xwe dubare kir û gotin, "Em ê li hember komkujiyên li ser Elewiyan li Sûriyeyê bêdeng nemînin. Têkoşîna me dê heta ku edalet pêk were berdewam bike."