Li Danîmarkayê Newroz bi girseyî hate pîrozkirin
Li Danîmarkayê bi organîzekirina Navendên Civakî yên Kurdan Newroz hate pîrozkirin. Bi hezaran kes tevlî pîrozbahiyê bûn.
Li Danîmarkayê bi organîzekirina Navendên Civakî yên Kurdan Newroz hate pîrozkirin. Bi hezaran kes tevlî pîrozbahiyê bûn.
Li bajarê Hernîngê yê Herêma Navîn a Danîmarkayê Newroz hate pîrozkirin. Pîrozbahî bi rêzgirtina ji bo şehîdên şoreşê dest pê kir.
Di dema pîrozbahiyê de posterekî mezin ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alayên PKK, KCK, YPG, YPJ û TEV-DEM’ê hatin hildan. Di pîrozbahiyê de li ser hev sloganên ‘Bijî Newroz’, ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bijî PKK’ hate berzkirin.
Di axaftinên pîrozbahiyê de Newroza sala 50’emîn hate silavkirin, azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate xwestin û banga geşkirina têkoşînê hate kirin.
Di dema pîrozbahiyê de ji bo ku PKK ji lîsteya terorê were derxistin îmze hatin kom kirin.
Koma Barîn, Mahsûm Dêrikî, Hozan Fîgen, Sîvan Can, Hozan Girîn, Seyda Perînçek, Siyar û Dijwar piştre derketin ser dikê û strandin.