Kurd ji 25’ê Çileya 2021’an û vir ve di çarçoveya pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ de ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan her roja çarşemê li pêşiya avahiya Neteweyên Yekbûyî çalakiya rûniştinê li dar dixin.
Di çalakiya vê hefteyê de cangoriyên qetlîama Helebceyê û qetlîama Qamişloyê ya di 12’ê Adara 2004’an de hatin bîranîn.
Hevserokê Navenda Civakî ya Kurdan a Demokratîk Salîh Saglam di çalakiyê de axivî û diyar kir ku meha Adarê ji bo gelê Kurd him bûye meha qetlîaman û him jî di warê dîroka berxwedan û têkoşînê de jî ewqasî girîng û watedar e.
Saglam got “Kesên Rêbertiya me dîl girtine, li Helebce û Qamişloyê qetlîam kirine û Efrîn dagir kirine. Em gelekî bi van tiştan dizanin. Em ê jî li hemberî vê feraseta qirker li her qada ku em lê ne, em ê azadiya Rêbertiya xwe bixwazin. Xwedîlêderketina berxwedana gerîla û azadiya Rêbertiya me, ji bo me divê bibe peywireke sereke. Bi slogana ‘Agirê Newrozê geş bike û Kurdistanê azad bike’ em ê ruhê Newrozê li her qada jiyana xwe bidomînin.”
Piştî çalakiya rûniştinê ji bo tevlêbûna pîrozbahiya Newrozê bang hate kirin.