Li Cenevreyê li hemberî tecrîd û binpêkirina mafan çalakî hate lidarxistin

Ji bo ku balê bikişînin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan li bajarê Cenevreyê yê Swîsreyê çalakiyek hate lidarxistin.

Di çarçoveya pêngava ‘Werin cenga azadiyê de’ Jinên Ciwan ên Têkoşer û Tevgera Ciwanên Şoreşger saet di 19.00’an de li pêşiya postexaneya Mont-Blancê hatin ba hev û li vir meşiyan.

Ciwanan di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alayên TCŞ’ê hildan û bi sloganan ber bi navenda bajêr ve meşiyan.

Piştî meşeke nîv saetê li pêşiya îstasyona trênê ya navendî li ser navê TCŞ’ê daxuyaniyek hate dayîn û çalakî hate bidawîkirin.