BI DÎMEN

Li Cenevreyê komkujiya Elewiyên li Sûriyeyê hat protestokirin

Pêkhateyên ADGB’ê ji bo protestokirina komkujiya Elewiyên li Sûriyeyê li ber Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya li Cenevreyê daxuyanî dan û bang li saziyên navneteweyî kirin ku bikin nava liv û tevgerê.

Pêkhateyên Hêzên Demokratîk ên Ewropayê (ADGB) ên  Swîsreyê ji bo protestokirina êrîşên li dijî civaka Elewiyên li Sûriyeyê li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Cenevreyê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de bang li civaka navneteweyî hat kirin ku ji bo rawestandina komkujiyên li dijî civaka Elewiyan bi lezgînî gav bavêjin.

Pêkhateyên ADGB’ê li ber avahiya NY’ê ya li Cenevreyê kom bûn û li Place des Nations çalakiyek protestoyî ya girseyî li dar xistin û bal kişandin ser êrîşên sîstematîk ên berdewam dikin. Saziyên demokratîk, çalakvan û gelek rêxistinên civakî beşdarî daxuyaniyê bûn.

Hevseroka Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) ya Swîsreyê Songul Aslan diyar kir ku êrîşên li ser Elewiyan zêde dibin û bertek nîşanî bêdengiya saziyên navneteweyî da. Songul Aslan got, "Çend roj in, gelê Elewiyên li Sûriyeyê bi êrîşên li dijî nasnameya wan re rû bi rû ne. Gund tên şewitandin, mirov tên koçberkirin. Cîhan tenê temaşe dike. Ev bêdengî hevkariya van êeîşan e.”
Songul Aslan anî ziman ku êrîşên ku ji hêla komên girêdayî HTŞ û DAÎŞ’ê ve têne kirin bi piştgiriya derve zêde dibin û bi bîr xist ku ev yek nakokiyên di navbera gelan de kûrtir dike û wiha domand: "Ti êrîş wê li hember berxwedana gelê Elewî negihîje armanca xwe."

Li ser navê FEDA, Komeleya Jinên Elewî yên Demokratîk (DAKB), Konseya Kurd a Demokratîk a Swîsreyê (CDK-S) û Federasyona Karkerên Koçber ên Swîsreyê (IGIF) daxuyaniya hevbeş hat xwendin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku heta ku gel û baweriyên Sûriyeyê jiyaneke demokratîk û wekhev ava neke wê êrîş berdewam bikin û wiha hat gotin: ”Zilm û zordariya li ser gelê Elewî ji Lazkiyeyê heta Tartûs, Hama û Humsê mezin dibe. Gund tên dorpêçkirin, rê tên girtin û derî bi derî nasname têne kontrolkirin û bi hovî tên qetilkirin.”

Her wiha di daxuyaniyê de rola komên girêdayî DAÎŞ’ê û piştgiriya derve ya di êrîşan de hat bibîrxistin û bang li saziyên navneteweyî, parêzvanên mafên mirovan û hêzên demokratîk hat kirin ku ji bo rawestandina êrîşan bikevin nava liv û tevgerê û wiha bi dawî bû: “Ev bêdengî bêguneh nîne. Her kesê ku bêdeng bimîne şirîkê vî sûcî ye."

Di daxuyaniyê de timî dirûşmeyên "Elewî bêdeng nabin", “Komkujiyê rawestînin”, û "Edalet Elewî ye, zilm Emewî ye" hatin berzkirin.