Li Cenevreyê jinan bi çalakiyekê 8’ê Adarê pîroz kir
Bi pêşengiya Însiyatîfa Jinê ya Sema Yuce li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd, jin hatin cem hev û bi çalakiyekê 8’ê Adarê pîroz kirin.
Bi pêşengiya Însiyatîfa Jinê ya Sema Yuce li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd, jin hatin cem hev û bi çalakiyekê 8’ê Adarê pîroz kirin.
Li Cenevreyê bi pêşengiya Însiyatîfa Jinê ya Sema Yuce de li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd, jin hatin cem hev û bi çalakiyekê 8’ê Adarê pîroz kirin. Di çalakiyê de ji bo bîranîna jinên di têkoşîna jinên cîhanê de bi taybet li Kurdistanê jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hate girtin.
Çalakî bi nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li ser şoreşa jinê ya li Kurdistan û cîhanê, têkoşîna hebûna jinê ya li dijî mêr û desthilatdariya dewletê hate pêşandan.
Piştre, endama Însiyatîfa Jinê ya Sema Yuce Pinar Ege, mafê axaftinê girt û da zanîn ku jinên Kurd ên têkoşîna jinên cîhanê hembêz dikin, bi rêxistinbûn û hêza xwe hêza xwe pêşengtiyê ji şoreşa jinên cîhanê re dike. Ege anî ziman ku şoreşa Kobanê û Rojava li ser paradîgmaya azadiya jin, ekolojîk û demokrasiyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin afirandin, jinên Kurd anîn pozîsyona hêza pêşeng a şoreşa jinên cîhanê ku îro tê meşandin. Ege got ku em ê weke jinên Kurd li kû derê bin, em ê bi rêxistinbûn û azadiya xwe ve têkoşînê bimeşînin.
Piştî axaftinan, şanoya ji aliyê Însiyatîfa Jinê ya Sema Yuce ve hatibû amadekirin, hate temaşekirin.
Di çalakiyê de banga tevlîbûna meşa jinan a di 8’ê Adarê de bê lidarxistin, hate kirin.
Çalakî bi muzîk û gerandina govendê dawî bû.