Li Cenevreyê bêdengiya NY hate protestokirin
Çalakiya rûniştinê ya ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li pêşiya ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya li Cenevreyê didome.
Çalakiya rûniştinê ya ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li pêşiya ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya li Cenevreyê didome.
Çalakiya rûniştinê ya ku di 25’ê Çileya 2021’an de hatibû destpêkirin, her roja Çarşemê didome.
Çalakiya vê hefteyê bi çalakiya rêzgirtinê ya di şexsê Umut Çîmen (Mûhammed Îsmaîl), Berçem Amîgra (Yagmûr Yucedag), Cûma Çekdar (Halîl Taş) de yên ku di Adara 2017’an de li Dêrsimê di operasyoneke dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbûn, dest pê kir.
Çalakgeran bi sloganan li hemberî daxwazên Kurdan bêdengiya Neteweyên Yekbûyî protesto kirin.
Hevserokê NCDK’a Cenevreyê Salîh Saglam diyar kir ew di meha Adarê de dixwazin dengê xwe bidin bihîstin. Saglam got “Heta ku pêngava Dem dema azadiyê bi serfiraziyê were tacîdarkirin û daxwazên mafdar ên gelê Kurd pêk werin, em ê li qadan bin.”