Li Cenevreyê Şehîdên Azadiyê hatin bibîranîn

Li bajarê Cenevre yê Swîsreyê, gerîlayên azadiyê ku di dîrokên cuda de şehîd bûne, hatin bibîranîn. Birayê şehîd Kendal Barman, Tekîn Baydag got, “Em bi şehîdên xwe serbilind in” û baweriya xwe ya ji bo doza azadiyê anî ser ziman.

Li bajarê Cenevre yê Swîsreyê, gerîlayên azadiyê Sabrî Tendûrek (Fetîh Şarlatan), Masîro Xabûr (Bedîrxan Abo), Bêrîtan Hejar Malatya (Hatîce Şeker), Ekîn Meysa (Suzan Turgut), Kendal Barman (Yakup Baydag), Ronî Jiyan (Azad Çetîn), Berzan Murat (Huseyîn Ozturk) û Şoreş Ozer (Omer Avci) ku di dîrokên cuda de şehîd bûne, bi pêşengiya Komaleya Malbatên Şehîdan (KOMAW) hatin bibîranîn. Malbatên şehîdan û gelek Kurdistanî tevlî bîranînê bûn.

Bîranîn, ji bo şehîdên azadiyê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir.

Di bîranînê de ewil, li ser navê KOMAW’ê Îbrahîm Yuksel axivî. Yuksel hemû şehîdan bi rêzdarî bi bîr anî û wiha got, “Em deyndarê şehîdên xwe ne. Em ê li ser rêya wan bimeşin. Em bi êş jî bin, bi wan serbilind in.

Birayê Kendal Barman ku di 1’ê Tîrmeha 2017’an de li Metînayê şehîd bibû, Tekîn Baydag jî axaftinek kurt kir. Baydag wiha got, “Birayê min wekî ku qey di nava pergalê de mezin nebibû; bi ruhê PKK’ê re bibû yek. Gotibû ku ew ê derbasî Bakur bibe. Wiha gotibû, ‘Dibe ku hûn careke din agahî negrin.’ Em bi rêzdarî hemû şehîdên xwe yên ku ji bo azadiya gelê me bi can û xwîna xwe ked dan, silav dikim. Em bi şehîdên xwe serbilind in.”

Baydag hestên xwe yên derbarê dişa xwe Ekîn Meysa ku di 12’ê Çileya 2017’an de li Wanê şehîd bibû, anî ser ziman û wiha got, “Em dema tevlî bîranînên şehîdan dibin, rûbirûyê rastiya jiyanên xwe tên. Em ê berdêl bidin, bigîrîn, kêmanî jiyan bikin, lê dev ji doza xwe bernedin. Em ê heta girtina nasnameya xwe têbikoşin.”

Piştî axaftinan, sînevîzyona ku ji dîmenên şehîdan pêk dihat, hate pêşandan.

Bîranîn bi dirûşmeya “Şehîd Namirin” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.