Li Brukselê bi hezaran jin li dijî tundiya li ser jinan daketin qadan
Li paytexta Belçîka Brukselê bi hezaran jin bi wesîleya 25’ê Mijdarê re, ji bo protestokirina tundiya li ser jinan daketin qadan.
Li paytexta Belçîka Brukselê bi hezaran jin bi wesîleya 25’ê Mijdarê re, ji bo protestokirina tundiya li ser jinan daketin qadan.
Li paytexta Belçîka Brukselê bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Navneteweyî, bi hezran jin ji bo şermezarkirina tundiya li ser jinê, bi deng, reng û êşên xwe daketin qadan. Jinan li dijî sîstema mêrsalar û dewleta mêr salar, tevî baran û sermaya hişk jî, li nava kolanên Brukselê bi girseyî meşiyan.
Jinan danê nîvro seet 12:00'an li parka Jean Jacob ku li pêşberî dadgeha bilind a Belçîkayê ye, li hev kom bûn. Li cihê mitîngê gelek sazî û rêxistinên civakî, sazî û dezgehên jinan peyam û axaftinên xwe pêşkêş kirin. Îsal jî weke her sal Tevgera Jinên Kurd TJK-E’yê jî bi alên xwe beşdarî çalakiya ku li navenda Brukselê pêk hat, bû. Gelek jinên ji welatên cûda û ji kêmneteweyên cûda yên cîhanê her yek bi awayeke cûda helwestên xwe diyar kirin. Lê armanc yek bû. Jinên kurd jî wêneyên girtiyên siyasî hildan, bi tilîlî, dirûşmeyên xwe yên “Jin, Jiyan, Azadî” û bi rakirina alên xwe rengeke cuda dan meşa îsal. Li cihê mitîngê li ser navê TJK-E li Belçîka Arîfe Soysuren daxuyaniya TJK-E’ê xwend.
Naveroka daxuyaniyê wiha ye: “Di di 25’ê Mijdarê de em bi hêrs li dijî hemû cureyên tundiyê têkoşînê dikin. Em bi hêrs in ji ber ku tundiya li dijî jinan her roj zêdetir dibe. Lê ev hêrs tenê ne bes e. Divê em sedemên kûr û bingehîn yên tundiyê bi perspektîfekê femînîst a fireh û kûr lêkolîn bikin û têbigihîjin.
Tundî ne tenê pirsgirêkek takekesî ye, pirsgirêkek hişmendiyê ye. Ev hişmendiya serdest, mêrperest, faşîst û kapîtalîst e ku bi rêya polîtîkayên desthilatdarî û dijminatî ve tê xurtkirin û veşartin. Îro ev hişmendî bi rêya medyaya kapîtalîst, pergalên perwerdeyê yên dewletparêz û sîstemên olî yên serdest tê parastin û li dijî jinan tê bikaranîn.
Wekî jin, divê em van rastiyan bibînin. Dema ku em li dijî tundiyê têkoşînê dikin, divê em tedbîrên herî bi bandor pêş bixin ku li dijî vê hişmendiya serdest a mêrperest rawestin. Divê em xwe bi rêxistin bikin, li hember êrîşên dewletê û desthilatê xweparastinê pêş bixin û civaka xwe ya xweser ava bikin.
Ji bo avakirina civakek demokratîk, pêwîst e ku em li hember hemû cureyên tundiyê (fîzîkî, psîkolojîk, aborî û sîstematîk) têkoşîn bikin û zîhniyeta mêrperest a serdest ji kokê ve rakin. Abdullah Ocalan vê rastiyê wiha dibêje: “Ger hûn dixwazin civakek azad ava bikin, divê hûn li dijî zîhniyeta mêrperest a serdest têbikoşin. Civaka ku li ser bingeha serweriya mêr hatiye avakirin, tu carî nayê azadkirin.”
Di 25’ê Mijdarê de, dema ku em li Ewropayê meşê dikin, em ê careke din bi bîr bixin ku jinên Kurd li Fransayê bi awayekî hovane hatin qetilkirin. Ev ne tenê êrîşa li ser jinan e, di heman demê de êrîşa li ser ramanên azadî û demokrasiyê ye. Ji ber ku rêxistinkirina jinê tê wateya rêxistinkirina civakê û demokratîkbûna civakê.
Ji ber vê yekê, em TJK-E ( Tevegara Jinên Kurd li Ewropayê) bang li hemû jinan dikin ku di 25’ê Mijdarê de li qadên mêtingehê bin, xwe bi rêxistin bikin û li dijî hemû cureyên tundiyê têkoşîna xwe ya enternasyonalîst bilind bikin.
Piştî axaftinan û pêşkêşkirinên peyamên siyasî û takekesî, gelê ku li qada mitîngê kombibû, di saet 15:00'an de dest bi meşa xwe ya li nava kolanên Brukselê kirin. Meş nêzî du saetan ajot û li navenda bajêr bi dawî bû.
