Li Brîtanyayê Koordînasyona Hilbijartinê ya Tifaqa Ked û Azadiyê ava bû

Koordînasyona Hilbijartinê ya ku li Brîtanyayê ava bû, ragihand ku ew piştgiriyê didin Tifaqa Ked û Azadiyê.

Koordînasyona Hilbijartinê ya Brîtanyayê ku Meclîsa Gelê Kurd a li Londonê, Federasyona Elewiyan a Brîtanyayê, Navenda Çandê ya Tohûm, Komeleya Çandê ya Karkerên Koçber, Day-Mer, Cemevî, Komeleya Koçgiriyan û komeleyên herêmî pêk tê, têkildarî hilbijartinên 14'ê Gulanê yên li Tirkiyeyê li avahiya Federasyona Elewiyan a Brîtanyayê (BAF) civîneke çapemeniyê lidar xist.

Nûnerên gelek saziyan, nivîskar, aktîvîst û siyasetmedarê Kurd Osman Baydemîr tevlî civînê bûn.

'EM DIBÊJIN TIFAQA KED Û AZADIYÊ'

Daxuyaniya Koordînasyona Hilbijartinê ya Brîtayayê bi dirûşma "Gel wê bi ser bikevin, faşîzm wê têk biçe" ji aliyê Serokê Day-Merê Feyzûllah Cînpolat da.

Cînpolat diyar kir ku hilbijartina di 14'ê Gulanê de bê kirin wê tercîha navbera demokrasî-faşîzmê, hiqûq-bêhiqûqiyê, azadî-qedexeyê, aramî-xizaniyê û hêvî-bêhêvîtiyê bê kirin.

Di daxuyaniyê de işaret bi xurtkirina refên têkoşînê hate kirin û hate ragihandin ku di hilbijartinê de wê piştgiriyê bidin Tifaqa Ked û Azadiyê.

Siyasetmedarê Kurd Osman Baydemîr jî destnîşan kir ku keda ji bo hilbijartinê tê dayin wê di sibeha 15'ê Gulanê de paşerojeke ronî bi xwe re bîne.

Baydemîr diyar kir ku ji bo dengdaneke xurt bê kirin wê hewldaneke çalak hebe û got, "Gel wê bi ser bikeve. Ked û azadî wê bi ser bikeve."